Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Emerîkî dû hêrişên asmanî birne ser hindek bingehên çekdaran li bajarê Feluce  - 2004-11-04


Hêzên Emerîkî dû hêrişên bi firokan birne ser hindek asêgehên xirapkaran li bajarê Feluce.

Peyvdarekê leşkirê Emerîkî got ew hêrişên bi firokan yên ir bo ser bingehên çekdarên Iraqî bûn ku li bakur û li başûra bajêrî xwe veşartîne ku dikevîte 50 kêlometra rojava Bexda.

Ew hêrişe li du wê tên ku dîdevan dibêjinê bumbaraneka tund li ser hindek devera li Feluce. Ev hêrişe li wî demî qewimî ku leşkirê Emerîkî yê xwe amade diket bo hirişeka berfireh ya çaverêkirî bo ser wî bajêrî da vale bît ji çekdaran jiberî helbijartinên giştî li Iraqê bine kirin li meha yêk.

Li heman dem, karbidestên Iraqî dibêjin otombêleka bombe kirî iro li bajêrokê Iskandariya peqî ku dikevîte 50 kilometra başûra Bexda. Raportên destpêkê dibêjin bi egera wê peqînê hindek kes hatine kuştin, lê heta nuha bi hurikî çi behis lê nehatiye kirin.

XS
SM
MD
LG