Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Felestînî dibêjin Yassir Erefat çend caran li nexuşxana Ferensî bê huş buye - 2004-11-04


Iro pênçşembî, rêveberên Israelî û yên Felestînî kombunên jêk cuda girê diden da sebaret bi egera nesxiya Yassir Erefatî li ser rewşê.

Israel ya hindek nexşeyên tengaviyê dadinêt bo demê piştî Yassir Erefat dimirît Ku yêk ji wan ewe Israel dê çiket sebaret bi daxaza Felestîniyan bo veşartina termê rêveberê Felestînî piştî mirina wî li bajarê pîroz yê Orşelîm (Qudis).

Serok Wezîrê Israelî yê gote ew rêkê nadet ew Rêveberê Felestînî li wî bajarî bête veşatin.

Karbidestên Felestînîjî iro yên kombunê li bajarê Ramallah ya Kenara rojava girê diden.

Rêzdar Erefatî dest nîşan nekirye kî cihê wî bigirit li duî mirina wî. Xem û tirsa hindê heye ku mirina wî ihtîmale bibîte destpêk bo duristbuna mil milanê di nav bera rêveberên Felestînî da.

XS
SM
MD
LG