Lînkên eksesibilîtî

Iyad Allawi daxazê ji welatên ew dibêjitê ZÊREVAN diket da roleka çalaktir hebin di avadankirneva Iraqê da - 2004-11-04


Serok Wezîrê Iraqî yê demî Iyad Allawi riştî kir li ser welatên wî gotiyê "zêrevan" da roleka çalaktir hebin di avadankirneva Iraqê da.

Rêzdar Allawi ev axiftine iro li Roma kirin piştî kombuna wî ligel Serok Wezîrê Italî Silvio Berlusconi yê ku welatê wî li Iraqê nêzîkî 3000 serbazan hene ku xizmetê li wêrê diken.

Rêzdar Berlsconi gote rojnamevana welatê wî dê hêlit serbazên wê li Iraqê bimînin hindî hikumeta Iraqê daxaz biket.

Hindek welatên dî yên Ewrupî wekî Frensa û Elmaniya dijî dagîr kirina Iraqê bune û heta nuha qayil nebune serbazên xwe bihnêrine wêrê.

Rêzdar Allawi piştî hingî ligel papa John Paul li Vatîkanê kom bû.

çaverê tête kirin rêzdar Allawi iro ligel karbidestên NATO li Bruksel kom bibe.

XS
SM
MD
LG