Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê serbazên Birîtanî li bakûra Bexda hatine kuştin - 2004-11-04


Wezareta berevanîya Birîtanî dibêjit 3 serbazên Birîtanî hatine kuştin û hindekên dî birîndar bun di hêrişekê da li Iraqê.

Ew serbazên yêkêne yên hêza Birîtanî bi navê Black Watch regiment ku têne kuştin ewey 850 serbazên Birîtanî li heftiya borî hatine veguhastin û ji bingeha wan li başûra Iraqê înane nêzî Bexda.

Ew veguhastineve jiber hindê buye da cihê serbazên Emerîkî bigrin yên ku hêrişeka çeverê kirî dê bine ser bingehên çekdaran li Feluce û Remadî.

Bi aliyekê dîve, polîs dibêjit bi kêmîve 4 Iraqî hatine kuştin û pitirî 12 kesa birîndar bune bi egera peqîna otombêleka bombe kirî li dervey ofîsên hikumete li bajêrokê Duceyil li bakura Bexda.

XS
SM
MD
LG