Lînkên eksesibilîtî

Iyad Allawi huşdarî daye xirapkaran li bajarê Feluce ku pencer dê hête girtin bo çareseriyeka aştî. - 2004-11-05


Serok wezîrê Iraqê Iyad Allawi huşdarî daye xirapkaran li bajarê Feluce û gute wan “pencer dê hête girtin bo çareseriyeka aştî”. Axiftinên wî têbînîya bikar înana hêrişeka leşkirî ya nêzîk zêde diket.

Li demê ku bo rojnamevana li Bruksil diaxift ku li wêrê pişikradrî di kombuna bilind ya Yêketiya Ewrupî da dikit, Iyad Allawi got zorîna xelkê Feluce yê ji bajêrî derkeftî û tinê tîrorîstên biyanî û çekdar yê li wêrê mane.

Hêzên Emerîkî û hêzên parastina Iraqî rexu çalên Feluce û Remadî girtine û li hivya fermana rêzdar Allawi mane bo jinav birina xirapkaran.

Serok wezîrî yê gote ew dê hêzê bikar înit heke pêtivî bû bo dubare vegerandina tenahiyî ji berî helbijartinên giştî li Iraqê bêne kirin ku dê li 27 meha yêk êne encam dan.

Bi şevê, hêzên Emerîkî hemî rêkên di çine nav û dervey Feluce girtin û hêrişên xwe zêde kirin. Herwesa huşdarî hatî dan ku jin û zarokan wî bajêrî bihêlin.

XS
SM
MD
LG