Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iyad Allawi ferman da hêzên Iraqî û Emerîkî da Feluce ji tîrorîstan bakij biken - 2004-11-08


Serok wêzîrê Iraqê Iyad Allawi ferman da hêzên Emerîkî û yên Iraqî dest bi pakij kirina bajarê Feluce ji dest tîrorîstan biken.

Iro dûşembî li Bexda, rêzdar Allawi soz da ku qanun dê li demekî zû vegerêteve wî bajarê şer lê. Wî herwesa fermana da deruberên wî bajarî bêne girtin û herwesa rêkêt ji wî bajêrî diçêne bajêrokê Remadî. Rêzdar Allawi ferman da firokexana Bexda jî bo 48 dem jimêran bête girtin.

Bi hizaran hêzên Emerîkî û yên Iraqî li dervey bajêrî xirbune. Li demekê zu iro hêzên hevalbenda çone alê rojava bajêrî, û kontrola nexuşxana serekî ya wî bajêrî kirin û herwesa kontrola dû pirên serekî li ser rubarê Firatin kirin.

Rêzdar Allawi got şevê dî 38 xirapkar hatine kuştin. Vê sipêdê firokên cengî yêt Emerîkî û topxane di berdewam bun li ser bumbarab kirina armancan di nav bajêrî da.

Behsê çi ziyanêt hevalbenda nehatiye kirin. Hêzêt Emerîkî dibêjin ewey roja yêkşembî 42 xirapkar hatiye kuştin û peyvdareka leşkirê Emerîkî got behsê ziyanêt hêzêt hevalbenda nehatiye kirin.

XS
SM
MD
LG