Hêzên Emerîkî hêrişeka erdî ya berfireh birne ser bajarê Feluce li Iraqê.
Li êvariya iro dûşembî, bi hezaran marînzên Emerîkî û hêzên pyade bi piştevaniya firokên cengî û topa berev devera bukura rojhelata wî bajêrî çon.
Rojnamevanên ku li wêrê amadene dibêjin marînz û xirapkaran şerekê tund kirin li demê ku hindek pişkên bajêrî dihatine sotin. Bi zimanê erebî bi maykrifona daxaz ji xirapkaran dihate kirin ku di şerê xweda berdewam bin.