Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Armancên Karzai bo Afghanistanê.  - 2004-11-08


Serokê nîyê helbijartîyê Afganistanê Hamid Karzaî dibêjit bi hîvîye hukumeteka çend nejadî dabimezrînit bo rikeftin ligel pirs u kêşeyêt ku ji ancama 30 salêt dagîrkirina Sovêtê, şerê navxeyî, u tepeserîya rejêma Talibanî bi cih maye.

Reza Karzaî dibêjit ji armanjêt wî pêşxistina aburîya Afganistanêye, Bidawî înana pare u bertîl xarinê u kêm kirina bazirganîya muxederatane.

Wî got mezintirîn destkefta Afganistanê u gelê wê birêvebirina nerma bêhevbera pêvajoya sîyasî ya welatî bû ku navbara wê hemî tiştek bi temamî hate ragehandin u hemî gelê Afganistanê pişikdarî di pêvajoyêda kir.

Komosyona helbijartinan ya ser bi netewên ekgirtîve u hevgirtî ligel Afghanistanê li van dawîyan serok Karzaî bi bireveyê helbijartinên serokatîyê li qelem da ku li meha 10 hatine kirin.

Rêzdar karzaî pitir ji 55 ji sadê dengên 8 milion dengderan bireve ku pitir ji 40 ji sedê ya wan jin bûn. Tundrêyêt Isalmî yet paşmayêt Taliban gefa tekdana helbijartinê kiribûn, lê ser nekeftin.

Peyvdarê wezareta derve ya Emerîka Richard Boucher dibêjit welatê wî pîrozbahîya rêzdar Karzaî dikit bo helbijartina wî wekî êkem serokê Afganî ku bi rêya dimokrasîyê hate helbijartin.ew dibêjit helbijartin dumahî qonax bû li rêya gelê Afganî bo gehîştin bi hukumeteka dîmokrasî u civakeka civîl ya zîndî.

Dengdereka bêwejin li Kabul bi navê Nuzko got gelek keyif xweşe ji ber ku ev dengdane ne bi tinê bo wêye belkî bo nevîyen wene. Wê got dixazit Afganistaneka aram u pir ji aştî hebit.

Hejî gutnêye li sala bêt gelê Afganistanê dê pêngaveka giringtir havêjin demê vedgerine bingehêt dengdanê bo helbijartina andamêt perlemanê nîştîmanî u karbidestit hukumeta xwecihî.

Peyvdarê wezareta derve ya Emerîka rêzdar Boucher dibêjit Emerîka dê berdawam bit li piştevanî kirina Afganîyan u bizavêt wan berev paşerojeka rohintir.

Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG