Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû ji barmiteyên ku li Afghanistanê hatîne revandin peywendiyê bi malbatên xweve kirin. - 2004-11-09


Milîtanên Islamî li Afghanistan ku 3 karmendên Netewên Yêkgirtî revandine rêk dane dû ji wan peywendiyê bi malbatên xweve biken.

Malbata barmitê filipînî Angelito Nayan daxaz û rica ji wê destê kir ku wî azad biken. Malbata wê jina xelka Kosovo Shqibe Habibi got wê bi telefonê peywendî ligel wan kir li roja dûşembî da bêjite wan ku rewşa wê ya başe.

Ew herdû ligel jineka dî ya xela bakura Irlenda nêzîkî dû heftiyane hatîne girtin ji aliyê desteyekêve binavê leşkirê Muslmanan, ku wî demî ne nîyas bun.

Ya hatiye ragehandin ku danustandinkerên Afghanî peywendî ligel wê desteyê ya kirî ku ew deste daxazê diket beramberî wan 3 barmiteyan 26 girtî bên azad kirin ku hindek ji wan yê di dest Welatên Yêkgirtî yên Emerîka da.

Lê hikumeta Kabul u netewên yêkgirtî qayil nebune li ser hindê ku tekîd bikin çi peywendî bi wê desteyê ve kiribin.

XS
SM
MD
LG