Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iyad Allawi daxazê ji xirapkarên li Feluce diket çekên xwe danên - 2004-11-09


Serok wezîrê demî yê Iraqê Iyad Allawi daxaz ji xirapkaran li Feluce kire ku çekên xwe danên li demê ku hêzên Emerîkî û yên Iraqî yê berev nîveka wî bajêrî diçin ku armanca wan nehêlana xirapkaraye.

Iro Thaer al-Naqib, peyvdarê Iyad Allawi got ku çareseriyeka siyasî hêştan mumkine, heta li demê ku bizavên leşkirî berdewamin.

Di ser hindê da, hiriş bo ser wan xirapkaran kêm nebuye, Li demê ku bi hizaran hêzên Emerîkî û yên Iraqî yê nêzîkî navenda Feluce dibin li roja duê ya hêrşan.

XS
SM
MD
LG