Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizava kontrol kirina Feluce li duî nexşeya danay birêve diçît  - 2004-11-09


Karbestên mezin yên Iraqî dibêjin bizava kontrol kirina Feluce li duî nexşeya danay birêve diçît û dibêjin vê sipêdê hêzên Emerîkî û Iraqî berev hindek rendekên bajêrî çon ku we bawer tête kirin xirapkar li wan ciha bin.

Peyamhinêrên ku digel hêzên çekdar diçin dibêjin bi sedan hêzên merînsên Emerîkî çone rendeka Colan û bingehê serekîyê rewestana şemendeferê kontrol kir piştî şerekê tund bi şevê.

Xelkê Feluce ragehand ku hêrişên tund bi firoka û topa têne kirin. û dukêl û kadu li jimareka ciha bilind dibit.

Çi raporta behsê kuştin û birîndara nekirye. Karbidestên nexweşxana Feluce got roja dûşembî 12 kes hatibune kuştin.

XS
SM
MD
LG