Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heftê ji sedê ji bajêrê Feluce nuha li jêr kontrola hezên Emerîkî û yên Iraqî daye. - 2004-11-10


Bi hizaran serbazên Emerîkî û yên Iraqî şerî dikin da biçine di nav taxê Jolan ya bakura rojava Feluce da ku nuha 70 ji sedê ya vî bajêrî li jêr kontrola hêzên Emerîkî u yên Iraqî daye.

Karbidestên Emerîkî dibêjin 11 serbazên Emerîkî û 2 yên Iraqî yên hatine kuştin ewey demê bizavên leşkirî binavê "Operation Dawn" dest pêkirî li roja duşembî bo kontrol kirineva bajêrî ku buye bingehê tîrorîstan. Jimara kuştîyên dujminî heta nuha nehatiye ragehandin.

Li sipêdehiya iro çarşembî, qumandarên leşkirê Emerîkî gotin wan kontrola nivêsîngeha şehirdarê bajêrî û pirên serekî û avahiyên hikumetê û mizgeftan kirineve.

XS
SM
MD
LG