Li demê ku şerê kontrol kirineva Feluce berdewame, we dyare xirapkaran bizav kirine ku hindek berokên dî yên hêrişan li hindek bajêrên dî yên Iraqî vekin da nerihetiyê jibo hêzên Emerîkî û yên Iraqî çêkin.
Li bajarê Mosul ya bakurî, nivêsîngeha hikumetê iro çarşembî yêkser li duî çend hirişekan ku bune egera kuştina 5 kesan hatinu çon berbend kir. Polîs dibêjin bi kêmî 3 polîs û nubedarekê nîştîmanî û qontratçiyek di wan hêrişan da hatine kuştin.
Li cihên dî, leşkirê Emerîkî dibêjit serbazekê Emerîkî hate kuştin û yêk jî biryndar bû bi egera beqîna bombeka çandî li ser rêkê li Bajêrokê Beled li bakura Bexda. Û li bajêrokê Tuz bombeka dî ya çandî li ser rêkê peqî û bu egera kuştina 6 kesan.