Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê endamên malbata serok wezîrê demî yê Iraqê hatine revandin - 2004-11-10


Sê endamên malbata Iyad Allawi, serok wezîrê demî li Iraqê, li Bexda hatine revandin.

Peyvdarê serok wezîrî dibêjit pismamê Iyad Allawi Ghazi ku 75 salîye û jina Ghazi û kurê wî li êvariya roja sêşembî hatine revandin. Wî got Ghazi çi têkelî di siyasetê da nîne.

Desteyeka ku berî nuha neya nyas bu bi navê (Ansar al Jihad) erkê wê revandinê bi stoyê xweve girêdaye û huşdarî daye ku dê serê wan birin heker li nav bera 48 dem jimêran hêrişên leşkirî li ser bajarê Feluce nehêne rawistan û girtiyên Iraqî nehêne azad kirin.

Li heman dem, li bajarê Musil, nivêsîngeha hikumetê hatinu çon li wî bajêrî berbend kir piştî ku şer li nav bera hikumetê û hindek çekdaran li wî bajêrî çêbu.

XS
SM
MD
LG