Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israelê rewşa parastinê li Kenarê rojava û Xezze tund kirye û serbaz hinartine jibo tenahiya akincîgehên juhoyan - 2004-11-11


Rêberê Felestînî Yasser Arafat di jiyê 75 salî da wexera dawî dike û hindek pesna wî diden weka qehreman û hindekên dî weka tîrorêst didene nas kirin. Egeranexweş û mirina rêberê Felestînî bi resmî nehatye ragehandin. Li bere termê wî li demekê nêzîk ji Ferensa bi Firokê bête veguhastin jibo Misrê da subahî heynî behya fermî jêra bête danan û li bingehên desthelatdariya wî li bajarê Ramela yê kenarê rojava bête gor kirin. bo demê sê saliyên dawya jînê wî Israelê rê nedabû ji wî bingehî derkevit. Karbidestên Felestînî 40 rojên taziyê ragehandin û daxwaza rawestandina tundutîjiyan kir li wî demî. Bi dehan hezar Felestînî li Xezze gurbune ser cada û çekdaran teqe li Asmana kir. Tirs heye alozkrî û tundutîjî li demê taziyê çêbin. Ji ber hindê Israelê rewşa parastinê li Kenarê rojava û Xezze tund kirye û serbaz hinartine jibo tenahiya akincîgehên juhoyan.

XS
SM
MD
LG