Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Perlemanê Felestînî wekî serokê berwextê Felestînî hate damezrandin - 2004-11-11


Peyvdarê Perlemanê Felestînî Rawhi Fattouh wekî serokê berwextê Felestînî sond xariye.

Rêzdar Fetuh di rê u resmeka Perlemanî da pênçşembî li bajêrê Ramela ya kenarê rojava ew sond xwar dirust çend dem jimêran piştî ragehandina peyama koçadawî kirina rêzdar Arafatî li Parîsê.

Rêzdar Fattouh dê wekî serokê berwextê karubarêt hikumetê bi rêve bît heta ku navbera 60 rojan helbijartin bo serokatiyê bêne kirin.

Her berî demekê kurt serok wezîrê berê yê Felestînî Mahmoud Abbas wekî serokê rêkxistiya azadî xwaza Felestînî hate helbijartin û endamê tund rê yê politbyroya rêkxistiya azadî xwaza Felestînî Farouk Kadoumi weke serokê bizava Fetih hate dest nîşan kirin.

Li ser wextê xwe rêzdar Arafatî ev her sê poste birêve dibirin. Serok Wezîrê Felestînî Ahmed Qureia dê desthelateka xurtir bi ser hêzên tenahiya Felestînî hebît.

XS
SM
MD
LG