Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrişên pyade bo ser xirapkaran li Feluce berdewamin - 2004-11-11


Bi hizaran hêzên Emerîkî û yên Iraqî hêrişên pyade dibene ser xirapkaran li bajarê Iraqê yê Feluce bo xirvekirina wan li pişka başûrî ya wî bajêrî da piştî hingî hêrişa dumahiyê bibene ser wan.

Iro pênçşembî bombaran destpêkireve ji herdu alan, ji asmanî û ji erdî piştî ku rewşê tenha bû li şeva dî.

Iro pênçşembî, Jeniralê bilind yê Emerîkî Richard Myers got bi sedan xirapkar hatine kuştin u desteser kirin ewey hêrişên binavê "Operation Dawn" dest pêkire li êvariya roja duşembî. Bi kêmî heta nuuha di wan hêrişan da 11 serbaz û merînzên Emerîkî û dû serbazên Iraqî hatîne kuştin.

Li heman dem dû helikopterên Kobra yên merînz hatine êxistin di rudanên cudada li nêzîk Feluce iro. Leşkirê Emerîkî dibêjit desteya firokevana hatine rizgarkirin û çi zyan bi kesê nekefte.

XS
SM
MD
LG