Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush ligel serok wezîrê Birîtanya kom debe - 2004-11-12


Serok Bush yê ligel serok wezîrê Birîtanya kom debet li Washington iro heynî da danustandinê li ser vejandina pirosa aştiyê li rojhelata naverast biken.

Ev danustandine piştî wexer kirina rêberê Felestînî Yasser Arafat dên ku li roja pênçşembî koça dumahiyê kir. Rêzdar Blair dibêjit gehîştina rêkeftinekê li nav bera Israelê û Felestîniyan “karê yêkê yê civaka navnetewey ye.”

Peyvdarê rêzdar Blair dibêjit ew û rêzdar Bush hîvîdarin kombuna wan dê peyamekê gehînit ku Birîtanya û welatên yêkgirt yên Emerîka micidin sebaret vegerandina prosa aştî bo rojhelata naverast.

Li bere herdu rêber behsê peywendîyên hevpişkên welatên xwe bikin.

Ev kombune yêkem kombuna serok Bush e ligel rêberekê byanî ewey demê ew hatîve helbijartin li heftiya borî.

XS
SM
MD
LG