Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên hevalbendî zorîna beşên Felluce kontrol diken - 2004-11-14


Hêzên Emirîkî û Iraqê evro yekşembîş şerê xirapkaran kir li Felluce, herçende karbidestêt bilind dibêjin operasyonên leşkirî nizîke bi dumahî bihên. Xirapkar hêşta berevanî diken li pişka başora wî bajêrî, li demekê da ku hêzên hevalbendîyê hemî beşên dîyên wî bajêrî kontrol diken. Hejî gotinêye roja şembî karbidestekê bilindê parastin yê Iraqê ragehand ku 1000 xirapkar hatine kuştin û 200 çekdar hatine kuştin. Karbidestên Emirîkî ragehand ku bi kêmî 22 serbazên Emirîkî û 5 serbazên Iraqî li şerê Fellucê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG