Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Emerîkî li Feluce li medenîyên Iraqî yên birîndar digerên ku çê dibit li nav bajarî mabin - 2004-11-15


Hêzên Emerîkî li Iraqê zêdetir hêrişên bi firokan birine ser bajarê Feluce iro Dûşembî, bo pakij kirina wî bajêrî ji hindek desteyên dumahiyê yên xirapkaran. Û bi topan û çekên giran hêriş kirine ser wan avahiyên ku we bawere bu xirapkaran xwe têda veşartibun.

Desthelatdariya Emerîkî dibêjit hêzên hevalbenda tunêlên jêr erdî yên asê dîtineve li jêr erdê Feluce. Serbazan li medenîyên Iraqî yên birîndar digerên ku çê dibit li nav bajarî mabin. Lê wana rê neda desteya hewar çonê ya heyva sor ya Iraqî biçine di nav navenda Feluceda jibo parastina selametîya wê giropê.

Li demê ku şerê Feluce di heftiya duê daye iro, leşkirê Emerîkî dibêjit 38 serbazên Emerîkî hatîne kuştin û 1200 xirapkar. Bi fermî jimara kuştîyên medenî yên Iraqî yanjî ya serbazên Iraqî nehate ragehandin.

Û li bakura rojhelata Bexda, şahid dibîjin hêzên Emerîkî û polîsê Iraqî keftine bin hêrişê li Beqube û bajêrokê nêzîkê wê yê Buhriz. Firokên Emerîkî dû çarêk ten bombe kirine ser cihên guman hebu xirapkar li wêrbun li wê deverê. 4 serbazên Emerîkî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG