Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar wezîrên rêveberiya serok Bush kar vekêşana xwe dan.  - 2004-11-15


Karbidestên Emerîkî dibêjin Colin Powell kar vekêşana xwe da. Jêder li rêveberiya Bush dibêjin rêzdar Powell karvekêşana xwe da dest serok Bush î li roja eynî.

Karbidestên wezareta derve dibêjin rêzdar Powell gote karmendên xwe ew dê li postê xwe mînit heta serok Bush yêkê li cihê wî danêt.

Rêzdar Powell ku 67 saliye gelek xelkê texmîn dikirin ku kar vekêşana xwe bidet jiberî dest pêkirina gera duê ya serokatiyê li meha yêk. Hatibu ragehand ku wî cuda bîrî ligel wezîrê berevaniyê Donald Rumsfel hebun.

Li heman dem, raportên dezgehên ragehandinê yên Emerîkî dibêjin 3 endamên dî yên kabîna hikumetê karvekêşana xwe dane dest. Raport we radgehînin ku ew hersê wezîr: wezîrê hêz Spencer Abraham, wezîrê perwerde Rod Paige, û wezîrê kiştukal Ann Veneman in.

Seraya sipî dibêjit ew dê li demêkê direng iro kar vekêşana her çaran ragehînit. Herçende wê negote kî dê ji hikumetê derkevit.

XS
SM
MD
LG