Lînkên eksesibilîtî

Iran dê carê danustandinên ku qewil bu li 22 î meha 11 bihêne kirin li ser bernama wê ya navokî ragirit - 2004-11-15


Iran dibêjit ew dê bizavên danustandin li ser yoranyom carê ragirit ku qewil bu li 22 î meha 11 bihêne kirin weku pişkek ji rahavêtina ji aliyê Ewrupa ve hate şîret kirin bo kêm kirina xeman sebaret bi bernamê wê yê navokî.

Iran dibêjit ew dê rêkê dete lêvekolan biçine dinav avahiyên navokî da pişt rast bikit ku wê bizavên zax kirina yoranyom ya ragirte.

Lê karbidestekê bilind yê Iranî riştî kir li ser ku ew ragirtin ya demî bu.

Di raporteka nepenî da iro dibêjit ajansa hêza atomî ya navnetewey dibêjit nekarit biryarê bidit ka programa iranê ya navokî ya aştiyaneye yan jî ya hatî damezrandin bo dirust kirina çekên navokî.

Ajansa çavdêrîkirina ya navnetewey li demekê dî li vê heyvê dê kom be da sebaret bi bizavên Iranê yên navokî baxivin. Ew rahavêtina vê duhahiyê we dyar diket ku dê daxazên serekî yên wê ajansê bicih bînit û we dyare ku dê ehtîmala danana sizayên aborî li ser Iranê kêm ket.

XS
SM
MD
LG