Serok Wezîrê Iraqê Iyad Allawi dibêjit hêzên hevalbenda rêberekê bilind yê xirapkaran û endamên bilind yên komela wî li şerê Feluce girtiye.
Rêzdar Allawi gote telefizyona el-Erebiye wêneyên rêberê berguman yê Ceyş Muhemed (Mueyed Ahmed Yasîn) û wêneyên girtiyên dî li demekê nêzîk dê dene rojnamevana.
Serok Wezîrê Iraqê wê komelê tawanbar diket bi hevkariyê digel tîrorîstê Ordunî Abu Miseb el Zerqawî û rêberê el Qa'îde Osame bin Ladin û piştevanên serokê Iraqê yê laday Sedam Husênî.
Rêzdar Allawi dibêjit wê komelê peywendî hebuye bi serjêkirinên vê domahiyê li Iraqê û got kesên hatîne girtin li hîvî bun Feluce jinav biben.