Lînkên eksesibilîtî

Lêvekolîn li kuştina çekdarekê li Iraqê dihête kirin ku wênên kuştina wî li roja duşembî hatibune belave kirin - 2004-11-16


Karbidestên leşkirê Emerîkî yê lêvekolînê di kuştina çekdarekê da li Iraqê diket piştî ku bi kasêteka vidîyoyê wênên kuştina wî hatibu belave kirin li roja duşembî ku we nîşa dida merînzekê Emerîkî teqe li mêrikekê bê çek kir ku geleg bi tundî birîndar bibu û li ber mirinê bu.

Ew rudane li nav Feluce li mizgeftekê li roja şembî qewimî ku (Kevin Sites), rojnamevaneke û ligel wê yêkeya merînz bu, di kasêteka vîdyoy ew wêne girtibun. Dengê merînzekê hate bihîstin ku navê wî nehatiye eşkera kirin demê gotî vî biryndarî bi qesta xwe mirandiye û piştî hîngî teqe lêkirî.

Ew mêrike yêk ji 5 birîndarn û 10 kuştiyan bu ku yêkeyeka dî ya merînza li wê mizgeftê hêlabun ku li roja berî hingî şerê milîtanan dikir. Wî rojnamevanî got ew milîtanên birîndar tivya hindek serbazên dî biriban û derman kiriban, lê we çê nebu.

XS
SM
MD
LG