Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Emerîkî û Iraqî pitir hêrişan dibene ser bajarê Musil - 2004-11-16


Hêzên Emerîkî û yên Iraqî hêrişên xwe zêdetir lêkirin li bajarê Musil ya bakurî da kontrolê biser bingehên polîsan û ofîsên dî yên hikumetê bikeneve ku keftibun jêr destê xirapkaran li heftîya borî.

Leşkirê Emerîkî dibêjit her pênc pirên li ser rubarê Diclene li Musil di girtîne, hatinuçon dihête berbend kirin ji demjimêr çarî êvarî heta demjimêr şeşî sipêdê. Li heman dem, bi sedan serbazên Emerîkî û yên Iraqî hindek bingehên xirapkaran yên cuda cuda li wî bajarê, ku pirîna wê musilmanên sunîne, dikene armanca xwe.

We bawer tête kirin ku gelek xirapkar yên revîne û çone Musil jiberî ku hêzên Emerîk dest bi hêrişên xwe kirîn li dijî devera pir bi xirapkaran li Feluce.

Li heman dem, leşkirê Emerîkî dibêjit serbazekê Emerîkî hate kuştin û yêkê dî biryndar bu demê hêrişek li dijî karwanê wana li Beled hatî kirin.

XS
SM
MD
LG