Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO dê 300 rahêneran û karmendên parastinê hinêrite ekadîmîya leşkirî li dervey Bexda - 2004-11-17


Balwêzên NATO razî bun li ser nexşekê bo hinartina bi sedan birêveber û karmendên parastina bo Iraqê bo hî û fêr kirina efserên Iraqî.

Şehrezayên leşkirî yên NATO li heftya borî li ser wê biryarê razî bun.

Bi pê vê nexşê, NATO dê 300 rahêneran û karmendên parastinê û karmendên harîkariyê hinêrite ekadîmîya leşkirî li dervey Bexda.

Qomandarê bilind yê leşkirê NATO, Jeniralê Emerîkî James Jones, li hevpeyvînekê ligel govara Financial Times ku li destpêka vê heftyê belave bibu, gotiyê 10 ji hevalbenda qayil nebune hêzên xwe bihinêrine Iraqê.

Wî got nerazîbuna wana çêdibit gefê bikete ser bizavên nuha yên leşkirî. Wî negot çi wilatên ku qayil nebune.

Herwesa, karbidestên siyasî û yên leşkirî dibêjin reberê leşkirê NATO jeneralê Kenedî Ray Henault helbijart bo serokatiya comîta leşkirî ya wê hevalbendiyê.

XS
SM
MD
LG