Lînkên eksesibilîtî

Serbazên Israelî bi xeletîve 3 polîsên Misirî kuştin - 2004-11-18


Misrê bi tundî nerazîbuna xwe dyar kire li ser kuştina 3 ji polîsên wê ku serbazên Israelî kuştîn li demê nubedariya wan li ser tuxubê nav bera Misrê û Kerta Xezze.

Belgenama Misrê li roja pênçşembî çend demjimêreka piştî hingî hat demê Israelê eşkera kirî ku serbazên wê bi xeletîve teqe li sê polîsên Misrî kirin demê li wan têkçoy û we hizir kirîn ew polîs çekdarên Felestînîne.

Karbidest dibêjin ew ruîdane ku bi destê endamên desteya tankeka Israelî hatî kirin li demekê zû li roja pênçşembî li devera ku gelek cara felestînî çeka li wêrê ra di revînin qewimî.

cêgirê wezîrê berevaniya Israelê Ze'ev Boim got ew rudaneka nexweşe û encamên nebaş hebun. Karbidestên Israelî yê lêvekolînê li ser astekê bilind di wê ruîdanê da diken.

XS
SM
MD
LG