Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Feluce xanîyekê vaşartinê hate vedîtin  ku we bawer tête kirin peywendî bi Abu Musab al-Zarqawive hebit - 2004-11-18


Serbazên Emerîkî li Feluce dibêjin wana xanîyekê vaşartinê vedîte ku ew dibêjin belge têdahene peywendî ligel Abu Musab al-Zarqawi hebit, ku hêzên Iraqî u Emerîkî li duî wî digerên

Qomandarekê bilind yê leşkirê Emerîkî (Lieutenant General John Sattler) iro pênçşembî ew vedîtine pişt rast nekir. Lê wî got hêzên hevalbenda çend bingehekên serekî yên xirapkaran vedîtine li wî bajarî.

Rojnamevanên ligel leşkî li Feluce dibêjin ew serbazên ku lêvekolîn di nav kelu pelên li wî xanîyê veşartinêve dikirin wêne û nivêsîn û çek û name vedîtin ku we bawer tête kirin ji al-Zarqawi ne.

Hindek term li dervey wî xanî keftine ser erdî. Û Serbazan otombêleka dirust kirina Emerîkîye li nêzîkî wêrê vedîtin ku wayer û kerestên peqînê pêve hatibune girêdan.

Karbidestên Emerîkî û Iraqî yên gotîn ku ew rêveberê tîrorîst çêdibit ji Feluce revîbît jiberî hêrişa van dumahiyan.

XS
SM
MD
LG