Lînkên eksesibilîtî

Li Bexda serbazên nubedarên Nîştimanî yên Iraqî bi ser mizgefteka sunîyanda girtin - 2004-11-19


Raport radgehînin nêzîkî 200 nobedarên nîştimanî biser mizgefta al-Hanifa da girtin iro heynî piştî nivêja xutbê, hinarokên dengî havêtin û teqe li asmana kirin. Hatiye ragehandin ku li demê şerî di nav mizgeftê da zyanên gyanî hebune.

Mebesta serdagirtinê ji nîşkêve nehatye eşkerekirin, lê nivêjker dibêjin hêzên Iraqî îmamê mizgeftê desteser kirin.

Li heman dem, qomandarê bilindê hêzên merînzên Emerîkî li Iraqê got hêzên Emerîkî û serbazên Iraqî bi girtina bajarê Feluce pişta xirapkaran şikand. wî got kiryarê leşkirî ya 11 rojî xirapkaran ji veşartîgehan derxistîn. belê hêşta Feluce ne cihekê bi selamete.

Duhî pênçşembî hikumeta demî ya Iraqê huşdarî da melayê Islamî ewên hana tundu tîjiyan diden û got ew pişikdarin di karên tîrorîstî de. her li vî demî otombêleka bombekirî li navenda Bexda peqî li nêzîk bingehekê polîsa. yêk hate kuştin û 4 kesên dî biryndar bun.

XS
SM
MD
LG