Lînkên eksesibilîtî

Sergutar: Azar û derdên jinên Darfur - 2004-11-19


Li Dafur hêrişên dirundane li ser medeniyên Efrîkîyên Sudanî ji aliyê milîtanên Erebîyên hikumet piştevaniyê lê dike kartêkirina mezin kirye ser jinan.

Di bersiva hêrişên serhildayan de bo ser dezgehên hikumetê milîtanên Cencewîd yên hikumet pişta wan digire hêriş kirine ser sedan gunda û wêran kirine. Bi dehan hezar kes di wan hêrişa da hatîne kuştin yan di pêra jiber nexweşya kêm xwarinê mirine.

Dest dirêjiyên ser namusê weka çekî hatye bikar înan bo tirsandin û tîror kirinê. rewşa tenahiya Darfur hêşta xeter û aloze. di nav nêzîk milyon û nîv Sudanî yên efrîkî li kempên seranserî Darfur de dijîn gelek ji jina dikevin ber gefeya te'dyê ser namusa wan ji aliyê milîşiyayên gerok ve dema ew jin ji kemyan derdikevin bo kom kirina qirşika yên dirust kirina xwarinê jibo malbatên xwe.

Rêxistya dixtorên bê tixub yêke ji çendîn komelên mirovaniyên li darfur kar dike radgehîne li mehên 8 tebax û 9 îlunê wan 120 jinên dest dirêjî li ser hatye kirin çareser kirine. vê heyvê.

Sindoqa alîkariya zarokan ya Netewên Yêkgirtî UNICEF nunera xwe hunermenda Emerîkî Mia Farrow hinart Darfur. Li bajarê Nyala yê başûra Darfur xanim Farrow vekolîn li ser rewşa jina li kempan kir.

Xanim Farrow dibêjit: "jyan li kempa gelek xeter û bi metirsîye û dest dirêjî ya rêxistî û berdewamî tête kirin û hemu rojan ew li pêş biryarekêdene. ew dibêjin zelam nikarin herin, zelam dê bên kuştin. ew dê her zuî bêne girtin. Evca jin biryarê didenka kî jiwan herine derve. Ew biryarên gelek bi zehmetin. kesê nevêt wan biryara bide."

Welatên yêkgirtî yên Emerîka ser kêşya hewlên cîhanê dike bo bilez êxistina berfire kirin û belave kirina hêzên yêketya Efrîka bo çavdêrîya rêkeftina şer rawestandinê nav bera hikumeta Sudanê û serhildayên darfur.

Li van dawiyan herdu aly razî bun li ser pirotokolên tenahîyê u rewşa mirovanîyê bi mebesta dirêj kirina demê rêkeftina şer ragirtinê û bi hêzkirina hewlên yêketya Efrîka.

Piştî karên hovaneyên sala borî gelek giringe jin û tevaya xelkê li Darfur bêne parastin û tenahîyeka pêtivî jiwanre bête berdest kirin heta jyana xwe bi başî bi rêve bibin.

Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG