Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li roja sêşembî li Misirê Wezîrê Derve yê Emerîka û karbidestên navnetewey ligel rêberên Ereb kom bun  - 2004-11-23


Iro sêşembî wezîrê derve yê Emerîka Colin Powell û karbidestên navnetewey ligel rêberên Ereb kom bidin li roja duê ya konfiransekê ku sengiyê di danîte ser rewşa tenahiya Iraqê û helbijartinên giştî.

Li roja duşembî, Iraq û welatên hev-tuxubên wê li Havîngeha Sharm al-Sheikh li Misirê kom bun û dê beyanameyek heta dumahya kombuna iro hête dirust kirin, ya ku netewên yêkgirtî û yêketya Ewrupî û Russia jî pişikdiyê di dirust kirina wê da diken.

Ew beyaname herwesa daxaza piştevanyeka bihêz li helbijartinên Iraqê diket, yên ku biryare li 30 meha yêk bêne encam dan.

Ew beyaname çi demî dest nîşan naket jibo vekêşana hêzên Emerîkî, lê dibêjit mana wan li wêrê ne ber-berdaye.

Li heman dem, iro sêşembî, li Iraqê çekdarekê melayekê musilman yê sunî kuşt li bajêrokê Miqdadiya li bakura Bexda, rojekê piştî ku melayekê dî yê nav dar yê sunî li bajêrê Musil hate kuştin.

Herdu mela endamên desteya nav-dar ya suniya bun li welatî bi navê komela melayên musilman, ku wê komelê daxaz kire ku pişkdarî di helbijartinên çeverêkirî da nehêne kirin.

XS
SM
MD
LG