li roja çarşambî, Rêveberê giştî yê polîsa li Indonesya Jeneral Da’I Bachtiar, girtina herçar tawanbarên serekî yên peqînkariya balwêzxana Austuralî ragehand.
Ew dibêjit: Iwan Darmawan ku bi Rois tête nasîn plandanerê wê hêrişê bu. wî ew kesê xwe peqandî hî û fêr kiribu û Azahari Husin veşartibu ku kesekê serekîye li çêkirina bomba li wê desteya tîrorîstî bi navê Jemaah Islamiyah û heta nuha nehatiye girtin.
Rois û hevalêt wî li rojava Java berî dû heftiyan hatine girtin. Ew ligel bi dehan endamên Jamaah Islamiyah hatine girtin û hatine tawanbarkirin bi hirişên tîrorîstî yên liduv êk yên ewey sala 2002.
Li heman dem, rêveberê guman lêkirî yê Jamaah Islamiye Abu Bakar Bashir yê li ber dadgeh kirinê li Jakarta jiber tawanên ku peywendî bi tîrorîzmê ve hene. Jamaah Islamiye ku bizavê diket bo damezrandina welatekê Islamî li başûra rojhelata Asya peywendî bi tora tîrorîst ya el-Qa’îdeve heye.