Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiryarên leşkerî li Iraqê li dijî xirapkaran berdewame - 2004-11-24


Li çendîn bajêr û bajêrokên aliyê başûra Bexda nêzîkî 5000 hêzên Emerîkî, Birîtanî, û Iraqî li ramalîna xirapkaran berdewamin. domahîtirîn kiryara leşkirî li dijî serhildayên tundrê duhî sûşembî dest pêkir bi armanca hilkêşana rihên xirapkaran jiberî helbijartinên giştî li 30 meha yêk ya 2005.

Karbidestekê bilindê wezareta navxu ya Iraqê dibêjit heta nuha hejmareka berçava xirapkaran hatine deste ser kirin û ev kiryarên leşkerî dê heta dawiya vê heftiyê berdewam bin.

Ev bizave piştî kiryarên bajêrê Feluce û Musil tên. Li heman wext wezîrên derve yên welatên Ereb û rojava duhî sêşwmbî li Misirê li hev du kom bun û şîretvaniyeka rastuxu û temam bo helbijartinên dahatî yên Iraqê ragehand. Wan got pişkdariya temam pêngava serekiye bo ser ji nuî pêkvegirtina Iraqê.

XS
SM
MD
LG