Lînkên eksesibilîtî

Kiryarên Leşkerî li bajêrên başûra Bexda dê heta dawiya heftîyê berdewam be - 2004-11-24


Hewla leşkirî ya dawî li duhî sêşembî dest pêkir bi pişikdariya 5000 serbazên Emerîkî, Birîtanî, û Iraqî dema keftine nav bajêrokên başûra Bexda û li du xirapkaran digeryan.

Karbidestekê bilindê wezareta navxwe ya Iraqê got: dehan xirapkar hatine girtin ewey hewla leşkerî dest pêkirî. Wî gotjî ev kiryarên leşkerî dê heta dawiya heftîyê berdewam be.

Serbaz mal bi mal digerin di bizavekê de bo nehêlana xirapkaran berî helbijartinên 30 meha yêk sala bêt. Bawerî heye gelek ji xirapkar ji Feluce revîbin berî hêrişa hêzên Emerîkî li ser wê asêgeha xirapkarên musilmanên sunî.

Dawîtirîn hêrişan dest pêkir bi pişikdariya hêzên pyade û bi piştevaniya helîkopter û firokên şerî û ew keftne herêma dibêjinê (sêgoşeya mirinê). Hêzên Emerîkî û Birîtanî hewil diden rê li revîna xirapkaran bigirin li demê hêzên Iraqî li du wan digerin.

Karbidestekê wezareta navxwe got hêrişên dawî li wan herêman bû ku berî nuha karên leşkerî lê nebun. wî got bawerî heye gelek ji xirapkaran ji Feluce revyane û xwe li bajarên biçukên dewru berên Bexda ya paytext girtibin.

Ew pêveço û got kiryarên dawî pişkeke ji nexşeyekê mezin bû li seranserî herêma sêgoşe ya sunîyan. bo birîna rihên xirapkaran û nehêlana tundu tîjîyan û alozîkarîyan.

Hêrişa leşkerî ya dawî piştî daxwaza yêketya melayên musilman bû ji xelkê Iraqê bo nepişikdariyê di helbijartinên nîştîmanî de li meha yêka sala bêt, weka nerazîbûnê li ser girtina bajarê Feluce û berdewamya mana serbazên Emerîka li Iraqê.

XS
SM
MD
LG