Lînkên eksesibilîtî

Kemiyeka mezin ya çeka li mizgeftekê li Feluce hate vedîtin - 2004-11-25


Leşkerê Emerîkî dibêjit wan kemiyeka mezin ya çekan li mizgeftekê li Feluce vedîtine ku ji aliyê rêveberekê serekî yê xirapkaran dihate birêvebirin.

Leşkirî jimara çekên vedîtîn eşkera nekir, lê got ew mezintrîn kemya çekaye ku heta nuha hatî vedîtin li wî bajarî ku rojekê asêgeha xirapkaran bû.

Hêzên Emerîkî û Iraqî berdewamin li pakij kirina wî bajarî ji xirapkaran piştî hêrişên birîne ser wî bajarî li demekê zutir li vê mehê.

Li başûra Iraqê li bajarê Besra, polîs dibêjit wan 5 Erebên byanî deste ser kirin ku şik hebu wan pilan bo hêrişekê didanan.

Karbidestekê bilind yê polîsa got 2 Saudî û 2 Tunisî û yêkê Lîbî, ku li demekê direng li roja çarşembî hatine girtin, berî çar roja ji Feluce revî bun.

XS
SM
MD
LG