Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iran rijdiyê dike ku hindek ji dezgehên wê yên vavartina yoranyomê zax kirî nehêne ragirtin - 2004-11-25


Serokê ajansa cîhanî ya hêz û têhnê Mohamed ElBaradei got Iran rijdiyê dike ku hindek ji dezgehên vavartina yoranyomê zax kirî nekevin ber piroseyê ragirtina bernama wê ya navokî.

Iro pênçşembî li Vienna ElBaradei gote rojnamevana ew desteya bi rêvebirina ajansa navokî agehdar dikit ku Iranê piranya bizavên zax kirina yoranyomê ragirtine. Bi tinê 20 dezgehên vavartina kerestên navokî nebin.

Daxza nuî ya Iranê pişkeke ji çend rêkeftinên dawî digel yêketya Ewrupî bo ragirtina tevaya çalakiyên tyr kirina yoranyomê.

Serokê dezgeha navokî ya cîhanê got ew hîvî dike jêk negirtin li demekê zuî çareser bibe. Li bere desteya ajansê kom bibe bo biryarê ka eger vê pirs girêkê bibîte pêş Civata Tenahiya Netewên Yêkgirtî bo egera danana toleyan li ser Tehranê ji ber bernama wê ya navokî.

XS
SM
MD
LG