Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusya û Yeketya Ewrupî dixazin kêşeya helbijartinan li Okranya bi aştî bête çareser kirin - 2004-11-25


Rêberên Rusya û yêketya Ewrupî pênasînê dikin bi jêk negirtinan sebaret helbijartinên kêşe li ser yên serokatiya Okranya.

Serokê Rusî Vladimir Putin û serok wezîrê Holendî Jan Peter Balkenende iro pênçşembî bo peyamhinêran axiftin piştî li Lahay kombun kirîn.

Rêzdar Balkenende bi piştevanya rêzdar Putin got her aliyek hes diket bi rê û şêweyên cyawaz pirsên li Okranya çareser bikit, lê got Rusya û Yeketya Ewrupî hevbîrin ku divêt ew kêşe bi aştî bête çareser kirin.

Rêzdar Vladimir Putin daxaz kir ku ew kêşe bi rêya dadgeh û di çarçovê desturê Okranya da bête çareser kirin.

Serok wezîr Viktor Yanukovych ku ji aliyê rêzdar Vladimir Putin piştevanî lê tête kirin wekî bireveyê helbijartinên serokatiyê hatye nav birin. Lê yêketya Ewrupî gazinde û rexne ji encamêt dengdanê girtine jiber peyamên ku gotine fend û fêl di dengdanê da hatîne kirin.

XS
SM
MD
LG