Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush hîvîdare kêşeya helbijartina li Okranya bi rengekê bête çareser kir ku bawerî bi hikumeta wê bînit - 2004-11-26


Serok Bush dibêjit ew hîvîdare kêşeya helbijartina li Okranya bi corekê bihête çareser kirin herwekî wî gotî ku baweriyê bi hikumeta Okranî bînit. Serok Bush iro heynî bo peyamhinêran axift.

Karbidestekê wezareta derve got Washington piştevanya bizavên navberî kirina Polenda û Yêketya Ewrupî diket bo çereser kirina kêşeya helbijartina li Okranya. Ew karbidestê ku nevya navê wî bihête eşkera kirin iro heynî gote Dengê Emerîka ku welatên Yêkgirtî hîvîdare çareyek bihête vedîtin ku digel kanunê Okranî wek hev bin.

Û li demekê zuîtir, Wezîrê derve yê Rusya Sergei Lavrov bi tundî rexnegirt li her weku got li bizavên welatên rojava bo destvedanê li encamên helbijartina serokatiya Okranî.

Berêz Lavrov iro eynî gote konfiranseka dengu basan li Mosko ku Rosya perîşane li ser bizavên rojavayê li gorîna rîçka Okranya yê ji rêka kanunê berev rojavayê. Wî got dengderên Okranî bitinê divêt biryarê li ser paşeroja welatê xwe biden.

Welatên rojavayî encamên fermiyên helbijartina ret kir ku serkeftina serok wezîr Viktor Yankovych ragehandî ku ji layê Kirimlin dihête piştevanî kirin.

XS
SM
MD
LG