Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

15 Desteyên siyasî yên serekî li Iraqê daxaz diken helbijartinên nîştîmanî bo demê 6 meha bêne paş êxistin. - 2004-11-26


Desteyên siyasî yên serekî yên Iraqê daxazê ji hikumeta demkî diken da helbijartinên nîştîmanî ku we pilane li roja 30 meha yêk bihêne kirin, bihêne paşxistin jiber berdewam buna tundu tîjiyan li wî welatî.

Bi kêmîve 15 girupên ku zorîna wan girupên siyasî yên sunî û Kurdin iro heynî got ku helbijartin tivye bo demê 6 mehan bihêne paş êxistin.

Wan ev daxaze kirin piştî kombunekê li mala syasetvanê sunî Ednan Paçeçî li Bexda ku peywendiyên nêzîk bi Waşintonê hetye.

Serok Bush iro got ew hîvîdare helbijartin li heyva yêk her weku pilan bo hatye danan birêve biçin.

XS
SM
MD
LG