Lînkên eksesibilîtî

6 polîsên Iraqî iro duşembî li demê peqîna otombêleka bombekirî li dervey bingeheka polîsa hatine kuştin  - 2004-11-29


6 polîs iro duşembî li demê peqîna otombêleka bombekirî li dervey bingeheka polîsa li rojava asêgeha xirapkaran li Ramadi hatine kuştin û 9 yên dî birîndar bun.

Ajansa royters ya deng u basan dibêjit ew peqîn li demekê qewimî li demê ku polîs bi rêz li wê bingehê rawesta bun da muça xwe wegirin.

Xirapkara hêrişên xwe li dijî hêzên tenahiya Iraqî zêde kire ewey hêrişên li dijî feluce bi rêveberiya Emerîka dest pêkirî li demekê zuî li vê mehê.

Li Bajarê başûrî yê Musil, li van rojên vê dumahiyê polîsa termê 50 kesan vedîte. Piranya wan qurbaniyan polîsê Iraqî bun ku hatibune ser jê kirin.

Li Deverekê li başûra Bexda , hêzên Emerîkî û birîtanî û Iraqî di kiryarên xwe da li dijî xirapkaran berdewamin, û gumanbaran deste ser dikin û bi ser enbarên çekan da digirin.

XS
SM
MD
LG