Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Netewên Yêkgirtî bend kirinê didanîte ser firotina çekan bo Çînê.  - 2004-11-29


Perlemanê Ewrupî dengên xwe da dijî rakirina berbend kirina firotina çeka bo Çînê li sala 1989 biryara berbend kirinê hatibu dan ji ber tepeser kirina xwe nîşandaneka bi aştiyê ku daxaza guhorînêt siyasî dikir.

Emerîka jî firotina çeka bo Çînê berbend kirye ku heta iro ya berdewame. Li meha şeş Xizîranê sala 1989 xwe nîşandan li seranserê Çînê qewimîn. Bi texmîn leşkirê Çînê bi hizaran ji xwe nîşanderên bê çek kuştin an jî biryndar kirin li meydana Tyanenmen li pekînê û li dewru berêt wê.

Heta iro jî kes nehatye ber pirsyar kirin beramberî wê hêrşa li ser xwe nîşandana bi aştî hatye kirin. heta iro jî gelek xwe nîşander dyar nîne. û hindekêt dî hêşta girtîne û bi rêkeka rewa nehatîne dad kirin.

dengdana perlemanê Ewrupî bersiv bû li ser bizavêt hindek ji 25 endamêt yêketya Ewrupî bo rakirina berbend kirinê li ser firotina çeka bo çînê, kû renge careka dî behsê vê pirsê bête kirin di wextê kombuna bilind ya yêketya Ewrupî û Çînê da li meha bêt li Lahay.

Gelek sebeb û eger hene bo berdewam kirina vê berbend kirinê weku tenahya deverê û mafêt mirovan û ya ji hemyan giringtir ewe heke berbendkirin bête rakirin dê peyameka xelet bît bo hikumeta Çînê ku hêşta welatekê serekî ye di şikandina mafêt mirovanda. Emerîka pê xweşiya xwe dyar diket li ser zêdebuna têkeliyêt yêketya Ewrupî û Çînê.

Lê ya giringe ku ji bîr neken ku berbend kirin li ser çekaye ne li ser kel û pelêt dî yêt bazirganî ye digel Çînê. Û berbend kirina firotina çeka jî na bîte asteng di rêka şyana Çînê da bo pêşvebirina aburya xwe. ji bilî vê jî rakirina berbend kirina li ser firotina çeka di berjewendiya Istratîjî ya Ewrupa û Emerîka da nîne.

herwesa çi rêk nîne ku nehêlin Çîn çeka an jî teknelojya çeka bidete welatên netena li deverê an jî çeka bo tepeser kirina nav xwe bikar bînit.

yêk ji egerêt serekî ku Emerîka û yêketya Ewrupî firotina çeka bo Çînê berbend kirye jiber ku hikumeta Çînê gelek zêde gavya li ser mafêt mirovan diket. û tivya berbendkirin li ser firotina çeka bo Çînê kilîla serekî bît bo Emerîka û yêketya Ewrupî bo baştir kirina mafêt mirovan li Çînê.

Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG