Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danustandin bo damezrandina herêmeka dî ya Azad li Asya Pasvik dê hêne kirin - 2004-11-29


Serek wezîrê Lawosî Boungnang Vorachit kombuneka bilind iro dûşembî vekir û got bersîng girtinên bi cîhan-bunê pêtivya zêdekirina hevkariyê di herêmê de xu ya dike.

Serek wezîran ragehand ku "hevalbendiya welatên başûra rojhelata Asya dê sala bêt kombuneka bilinda rêberên Asya rojhelat rêk bêxe bi pişikdariya Çînê, Japonê, û Korya başûr bi hîviya pêk înana civateka burî ya welatên Asya rojhelat." Rêberan peymanek digel Çînê mor kir bo danana mezintirîn herêma bazirganiya Azad li cîhanê.

Dan û standin bo damezrandina herêmeka dî ya Azad dest pêkirye yan dê dest pêket bi pişikdariya jimareka welatên giring yên Asya Pasvik.

Ji bilî wê, Rêberên hevkariya Aburiya welatên Asya rojhelat pêkhatin li ser zêdekirina hevkariya li ser pirsên Parastinê û lez kirinê li vebir kirina wergirtina gumrikê li hindek kertên aburî yên serekî.

XS
SM
MD
LG