Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banqa navendî ya Okranya kirîn û firotina dolarê Emerîkî vebir kir - 2004-11-30


Banqa navendî ya Okranya kirîn û firotina dolarê Emerîkî vebir kir da der înana parey ji banqa ragirt û bihayê parê Okranî jî ragirit li demê ku rewşa siyasî li Okranya ne arame.

Banqa navendî li roja sêşembî got ew dê hêlêt di rojekê da heta 1000 dolar parê hişk bihêne serif kirin û kirîn û firotina dolarî bi rêkên dî yên elektronî heta 50000 dolara di rojekê da bête kirin, û eve heta 31 meha 12.

Ev vebirî kirine ji wî barey digirit ku ji mekînên elektronî bo der înana parê hişk dihêne kêşan.

Kompanya jî divêt kirîn û firotinên xwe yên parê Emerîkî vebir bikin û ji 15000 dolara zêdetir nebit di heyvekê da, ku ji muçe û mesrefa karubarên dî yên kompanyayê nagirit.

Ev pêngavên henê li duîv raportan dên ku dibêjin gelek parê Okranî hryvnas yê bi dolarî hatye guhartin li heftya borî û parê byanî li banqa navendî kêm buye.

Raportên dezgehên ragehandina Ferensî dibêjin banqa navendî 400 milyon dolar li heftya borî serif kir da bihayê hryvnas bi parêzit.

XS
SM
MD
LG