Lînkên eksesibilîtî

Serok Wezîrê Ukranya ji dadgeha bilind ya wî welatî xast encamêt dengdana yêk la kirinê ragirit. - 2004-12-01


Serok Wezîrê Ukranya yê ser bi Mosko Viktor Yankovîç ji dadgeha bilind ya wî welatî xast da encamêt dengdana yêk la kirinê rabigirît.

Yankovîç ev daxaze kir demekê kurt piştî qanundaneran bi dengdaneka nepenî bi piraniyeka geleka kêm pêşnyazeka bê bawerî bi hikumeta wî derbaz kir.

Hêşta dyar nebuye ka serokê li ser çonê Lyonîd Kuçma dê vê biryarê qebul ket an ne.

Berî hingî rêzdar Kuçma pêşnyaz kir ku ser ji nuî helbijartinêt serokatiyê bênev kirin, ne bitinê dengdana yêk kirinê dubare bikeneve.

Bi aliyekê dîve endamêt perlemanî ji devera rêzdar Yankovîç li rojhelata Ukranya dê dengdaneka giştî ken li ser Otonomîyê li nehê meha yêk.

Karbidesta rêzdar Yankovîç bi serkeftiyê ragehandibû di dengdana yêk la kirinê da.

Lê berbijarê hevrik yê ser bi welatêt rojavay Viktor Yoşçenko got ku fend û fêl di helbijartina da hebun. û bi hizaran piştevanêt wî xwe nîşandan li Kêv kirin.

XS
SM
MD
LG