Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha bilind li Ukrania civîneka dî bo pêdaçonê bi ser îdî’a yên rikeberan dest pêkir  - 2004-12-02


Dadgeha bilind li Ukrania iro pênçşembî careka dî civîna xwe dest pêkir da pêdaçonê bi ser îdî’ên partiya rikeber biket ku gotine find û fêl di helbijartinên heftiya borî yên serokatiyê da hatine kirin.

Serok wezîr Viktor Yanukovych ku Rusya piştevaniyê lê diket û serokê partiya rikeber Viktor Yushchenko ku ser bi rojavaye sebaret yêk alî kirina helbijartinan qayil bune ku xwe li hivya biryara dadgehê bigirin berî careka dî ligel yêk kom bibin bo çareserkirina pirsên helbijartinan.

Li helbijartinên ku meha 11 hatine kirin rêzdar Yanukovych bi bireveyê dengdanê hate nasandin, ku bû egera hindê rikeber li dijî hindê xwenîşandanan biken.

Li roja çarşembî herdû rêber ligel serokê li ser çonê Leonid Kuchma kombun. Herdû rêberan soz dan ku hêzê jibo çareser kirina wê pirsê bikar ne înin.

XS
SM
MD
LG