Lînkên eksesibilîtî

Siyasetvanên sunî yên navdar li Iraqê careka dî daxaza paşêxistina helbijartinan diken - 2004-12-02


Siyasetvanên musilmanên sunî yên navdar li Iraqê careka dî daxaza paşêxistina helbijartinên 30 meha yêk diken li demê ku tundutîjî li hindek deverên welatî berdewame.

Her çende serok wezîr Iyad Allawi yê rijde ku helbijartin li demê xwe bêne kirin, lê iro rêberên Sunî daxaza xwe jibo paşêxistina helbijartinan dubare kirineve jiber rewşa tenahiya welatî ya ne aram.

Li roja çarşembî, welatên yêkgirtî yên Emerîka ragehand ku ew dê 1500 serbazên dî hinêrite Iraqê û dê demê xizmeta 10000 yên dî dirêjtir lêket da rewşa tenahiyê baştir lê beken li dem helbijartinan.

Li heman dem, iro li Bexda bi hêrişên bi topan yêk Iraqî hate kuştin û hindekên dî biryndar bun. Û li bakurî, li Beiji, bi layê kêmîve dû nobedarên nîştimanî biryndar bun li demê ku otombêleka bombe kirî li nêzîk bingehekê polîsan peqî.

XS
SM
MD
LG