Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan bîrhatina 20 saliya xiraptirîn serhatiya sazkariyê li cîhanê dike - 2004-12-03


Bi hizaran xwe nîşander û qurbanî li bajarê Bûpal ê Hindistanê kombun li bîrhatina 20 saliya xiraptirîn serhatiya sazkariyê li cîhanê.

Li roja 3 meha 12 li sala 1984 40 tenên gaza jehrî ji gazxana Karbayid li Bajêrê Bûpal rijyan. Hikumeta Hindistanê got nêzîkî 15 hizar kes di wê serhatiyê da mirin.

Bizavkarên mafê mirovan, veresiyayên ji wê serhatîyê û xwenîşandera li berbû di nav cadên bajêrê Bupal herin berî li cihê karesatê kom bin.

Xwenîşander daxazê ji, Dow Chemical, kempanya kerestên kîmyay ya Emerîkî diken paşmaya gaza jehrê ya hêşta li karxanê may helînin û çareseriya qurbanya bu stoyê xweve wergirin.

XS
SM
MD
LG