Karbidestêt leşkirê Emirîkî li Iraqê dibêjin li encama hêrişêt xirapkaran evro yekşembî li bakora Bexda bi kêmî 20 Iraqî hatine kuştin. Karbidest dibêjin çekdara teqe li dû otobîşêt Iraqîyan kiryne demê diçûn li bingehekê Emirîkî li Tikrîtê kar biken. Di wê hêrişêda 17 kesêt sîvil hatine kuştin û 13 kesêt dî birîndar bîn. Hevdem, li bajerokê Bêcî hêrişberekê xokuj otombîla xwe peqand û 3 nobetdarêt niştîmanî yet Iraqê kuştin. Karbidestêt leşkirê Emirîkî evro yekşembî ragehand ku 2 serbazêt Emirîkî roja şembî li bajêrê Musil hatine kuştin.