Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindek çekdaran hêrişek birine ser Qunsulîxana Emerîkî li Si'udîye - 2004-12-06


Li Cede li Erebistana Si'udî pênc çekdar çone di nav avahiyê kunsulîxana Emerîkî da û pênc nobedar kuştin û hindekêt dî biryndar kirin berî ku sê ji hêrişkeran bêne kuştin.

Peyamhinêrê dengê Emerîka Girêg Lemot li Bexda zêrevaniya vê serhatiyê dikir û dibêjit çi nehatîne kuştin nebuyne rehîn jî. Eve yêkemîn hêrişe li ser Qunsolxaneka Emerîkî li Erebistan Si'udî.

Li duî gotina karbidestekê bilindê Erebistana Si'udî li el Ryaz, di hêrişê da çi Emerîkî nehatîne revandin, belê xelkê welatên dî bo demekê kurt hatîne rehîne kirin berî rewşa qunsulîxanê tena bibîteve.

Wî karbidestî got 4 endamên hêza parastina Erebistana Si'udî hatîne kuştin û çendên dî biryndar bune li demê şerî û teqe kirinê digel 5 hêrişvana.

Hêrişvan keftin qunsulîxanê bi kerestê peqînave ji dû derokan û dest bi teqe kirinê kir. Wezareta navxoya Erebistana Si'udî kuştina sê ji hêrişvana ragehand û biryndar buna duên dî ku nuha di girtîne.

Jimareka hevwelatiyên Emerîkî û medenîyên Si'udî di hêrişên de biryndar bune. Hêşta mebesta hêrişê û nasnama hêrişvana nehatiye eşkere kirin.

Karbidestên Si'udî bi eşkereîy nabêjin ka eger ew hêrişvan endamên el-Qaîdene yan ne. Belê yêkê ji wan got Şêweyên vê hêrişê ne weka hêrişên berî nuha bû ewên el-Qaîde ber pirsyariya wan bi stoyê xweve wer girtî. Belê karbidestekê bilind ew weka milîtanên Islamî dane nas kirin. Karbidestêt wezareta navxwe dibêjit hindek ji çekdara di hatine xwestin ji aliyê hêzên parastinê ve.

XS
SM
MD
LG