Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombuna sêyê li navbera hedru aliyên helbijartina li Okraniya bidomahî hat û jêknegirtin her ya maye - 2004-12-07


Kombun li demekê zuî li roja sêşembî bi dumahî hat û herdû aliyêt helbijartinêt Okranî qayil nabun li ser hindê aya desthelatdariya serokaî kêm bikin, wekî hikumet dixazit, yan ne. Berî hîngî nîşanêt rekeftineka razîbunê hebun ya ku dê rêkê dete guhorînkariyan li desturî bihêne kirin û herwesa di qanunêt nuî da sebaret bi helbijartina, da dengdaneka azad û rewa pişt rast bikit di helbijartinêt nuî da li domahiya vê mehê. Rêberê hevrik Vîktor Yoşçînku got guhorînkarîyêt wesa pêtivîne da rêkê nedet helbijartinê wekî yêt 21 meha 11 dubare bibineve ya ku dadgeha bilind ya welatî jiber find û fêlan bi nerewa li qelem da. Serok Lyonîd Kuçma rijdiyê diket ku wî rêkeftinek divêt sebaret bi qanunêt nuî ku gelek desthelata serokî didete perlemanî. Rêzdar Yoşçînku dibêjit hikumeta nuha piştevaniya vê guhorînkariyê diket çunku di tirsin ew di helbijartinêt nuî yêt 26 meha 12 serkeftinê bînit. Ev kombune kombuna sêyêye ku navberêt navnetewey bizavê diken dumahiyê bi wê jêk negirtinê bînit.

XS
SM
MD
LG